Welatiyên Efrînê diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi ketina bajarê Efrînê re dest bi dizî û talankirina mal û milkên welatiyên sivîl kiriye.
Di dîmenên ku hatin parvekirin de welatî tînin ziman ku artêşa Tirk û çeteyê wê dest bi dizî û talankirina malên welatiyan kiriye.
Erdoganê ku çeteyên weke ‘Artêşa Mîllî’ bi nav kiriye, bi darê zorê û çekan jinan direvînin, qetil dike û zêrê wan didizin.
Dîsa di heman dîmenê de welatiyek din anî ziman ku çeteyan wesayîta wî dizîne û ji bo carekî din lê vegerînin daxwaza hezar dolaran dike.