'Divê em xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger derkevin'
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li zindanên dewleta Tirk a dagirker, bang kir.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li zindanên dewleta Tirk a dagirker, bang kir.
Li 104 girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 27'ê Mijdarê ve girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêkê Kurd re çareseriya siyasî' de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Rêveberiyên Malbatên Şehîdan a herêma Firatê jî ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ji ANF're axivîn.
Ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Çelebiyê Cîhan Elî axivî. Cîhan Elî anî ziman ku damezrandina PKK‘ê ji bo wan destpêkeke jiyana nû bû û got: "Netewa Kurd li ku be, di bin qirkirinê re dihate derbaskirin, li ku serî hildaba jî dihat çewisandin. Lê ji bo Kurd ji wê dîrok û tarîtiya tijî qirkirin derkevin, PKK hate damezrandin. Kurd xwedî dîrokeke bi hezaran salan e û kevintirîn netewa li Rojhilata Navîn e. Her tim li ser Kurdan qirkirin û tunekirin hatiye ferzkirin."
‘TI CARÎ DÎWAR JI FIKRÊN RÊBER APO RE NEBÛN SÎNOR’
Cîhan Elî diyar kir ku ji bo tunekirina PKK‘ê serî li her rêbazê hate dayîn, lê îradeya PKK’ê ji hemû teknîk û planên wan ên qirkirinê mezintir bû û wiha domand: "Gerîla çaxa êdî rêwîtiya azadiyê kir, ew rêwîtî ji bo tevahî gelê bindest bû. Dîsa jî ji bo tunekirina netewa Kurd xwestin Rêberê me bi riya komployê dîl bigrin. Tecrîd di hundirê tecrîdê de li ser Rêber Apo ferz kirin û xwestin bi riya tecrîdê, fikir û ramanên Rêber Apo bitemisînin. Lê ti carî dîwar li hemberî fikrên Rêber Apo nebûn sînor."
Cîhan Elî girtiyên zîndanê yên di grava birçîbûnê de silav kir û got: "Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de 27’ê Mijdarê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di zîndanan de dest bi greva birçîbûnê hate kirin. Em jî ji dil û can wan silav dikin, em ê li pey wan bimeşin heta dawiyê. Wê her tim îradeya me bilind be, kes nikare îradeya me bişkîne. Çawa li zîndanan bi îrade û berxwedanî dest bi greva birçîbûnê hate kirin, wê em jî heta dawiyê têbikoşin."
‘HEVRÊYÊN MAZLÛM JÎ LI PEY ŞOPA WÎ DIMEŞIN’
Cîhan bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Ew berxwedaniya ku niha di zîndanan de derket, bi mazlûman destpê kir û vaye hevrêyên mazlûman jî xwedî li wê mîrateyê derdikevin. Wê bi vê berxwedaniyê jî em ê her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek parçe. Em bi gerîla û Rêberê xwe hene. Em ê jî heta dawiyê xwedî li wê hebûna xwe derkevin."
‘ARMANCA DEWLETA TIRK EW E KU GELÊ KURD JI CIHÊ WAN Ê RESEN KOÇBER BIKE’
Ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hecî jî ev tişt got: "Her tim dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayî xwestiye ku gelê Kurd ji cihê wan ê resen koçber bike, tune bike û di nava qirkirineke derûnî û fîzîkî re derbas bike. Di heman demê de jî xwestiye demografiya Kurdistanê jî tune bike.
Divê her kes xwedî li çalakiya li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbikevin. Weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê heta dawiyê xwedî li zarokên xwe yên berxwedêr derkevin û em ê heta dawiyê li pey şopa wan bimeşin."