BI DÎMEN

‘Divê em li dijî êrîşên li ser nasnameya Kurdî, yekîtiya xwe xurt bikin’

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî û got: “Divê êdî gelê me rabe ser piyan. Vaye roj bi roj em rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Divê em li dijî êrîşên li ser nasnameya Kurdî, yekîtiya xwe xurt bikin.”

KOMKUJIYA HELEBCE

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim têkildarî Komkujiya Helebceyê ji ANF’ê re axivî.

Mislim di destpêkê de Şehîdên komkujiya Helebce bi bîr anî û got: "Ev komkujî li ser eniya mirovahiyê wê weke şermekê bimîne. Ew gelê ku debara jiyana xwe dikirin û weke her gelekî li ser axa xwe jiyan dikirin, bûn hedefa rejîma faşîst. Ev komkujî ne di şexsê hin kesan de bû, lê belê di şexsê netewekê de pêk hat. Gelê Helebce ku jiyana xwe ya rojane berdewam dikir, rastî êrîşên bi çekên qedexekirî hat. Di encama vê êrîşê de bi hezaran kes şehîd bûn."

Şervan Mislim ragihand ku di dîrokê de dewletên nîjadperest û desthilatdar gelek komkujî li dijî netewa Kurd pêk anîne û got ku Helebce jî berdewamiya wan komkujiyan bû. Mislim wiha bilêv kir: "Komkujî berdewamiya komkujiyê Geliyê Zîlan e, berdewamiya tevahî komkujiyên ku li dijî Kurdan pêk hatiye ye. Ew gelê ku ji bo azadî û nasnameya xwe serî hil didan, rastî wê komkujiyê dihatin."

‘KOMKUJIYA HELEBCE HÎNA JÎ BERDEWAM E’

Şervan anî ziman ku desthilatdaran timî xwestiye wan qir bikin û wiha anî ziman: "Ev komkujî dûrî pîvana exlaq û edaletê ye. Ji ber berjewnediyên siyasî, komkujiya Helebce hat paşguhkirin. Hemû sîstemên ku Kurdistan dagir kirin bi hev re ev komkujî pêk anîn. Hemû sîstemên ku Kurdistan dagir kirin jî bi sedan komkujî di şexsê Kurdan de pêk anîn.

Gelê me li hemberî hemû komkujî û qirkirinan xwedî berxwedaniye, lê bi derketina tevgera azadiya Kurdistan jî hemû komkujî hatin teşhîrkirin. Heta niha jî komkujî li Helebce berdewame. Gelê Helebce di bin pencên qirkirinê de ye. Gelê Helebce divê li dijî van qirkirinan serî hilde."

Şervan di dawiyê de axaftina xwe de wiha got: "Divê êdî gelê me rabe ser piyan. Vaye roj bi roj em rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Divê em li dijî êrîşên li ser nasnameya Kurdî, yekîtiya xwe xurt bikin. Divê em sîstema Rêveberiya Xweser biparêzên û asta xwe ya fikrî jî xurt bikin, em ê bi vê yekê jî komkujiyan vala derxînin."