Dirûşmên 'Gelên Sûriyeyê yek e' li sînor bilind dibe
Gelên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ber bi sînor ve diherikin.
Gelên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ber bi sînor ve diherikin.
Li Serêkaniyê îro jî bi hezaran kes tevlî çalakiya mertalên zindî ya ku 7'ê Cotmehê dest pê kir bûn.
Ji gelên Kurd, Ereb, Suryan ên Kantona Hesekê bi hezaran kesî berê xwe dan qada çalakiyê û tevlî berxwedanê bûn.
Rûspiyên eşîrên Ereb jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana QSD'ê" û "Gelên Sûriyeyê yek e" hatin qîrîn.