Dîlan Ehmed û xwişka wê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dîlan Ehmed û xwişka wê Dilyar bi merasîmeke girseyî li goristana gundê Şercî ya bakurê bajarê Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dîlan Ehmed û xwişka wê Dilyar bi merasîmeke girseyî li goristana gundê Şercî ya bakurê bajarê Hesekê hatin veşartin.
Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Dîlan Ehmed û xwişka wê Dilyar doh di encama êrîşeke bombeyî de ji aliyê kesên ne nas ve li mala wê şehîd bûn.
Bi hezeran welatiyên herêma Cizîrê ku endam û rêveberên MSD'ê û Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk jî di nav de bûn, beşdarî merasîmê bûn.
Girseya gel cenazeyê her du şehîdan ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan rakir û bi karwanekî ji wesayitan berê xwe da goristana Şehîdên Teqînê ya li gundê Şêrcî.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, endama rêveber a Kongreya Star a Hesekê Şêrîn Osî û endama rêveberiya Meclîsa Ciwanên Demokrat Albîn Ehmed axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwestin û soz dan ku wê li ser şopa şehîdan bin.
Piştre girseya gel cenazeyê her du şehîdan bi dirûşm û tilîliyên dayikan sparte axê.