Di teqîna li Hesekê de 2 kes birîndar bûn
Di teqîna li Bûlwara Telayî ya Hesekê de 2 kes birîndar bûn.
Di teqîna li Bûlwara Telayî ya Hesekê de 2 kes birîndar bûn.
Li nêzî Dibistana Pîşeyî ya Bûlwara Telayî ya Hesekê saet 11:15’an de motosîkletekî bombebarkirî hate teqandin.
Rayedarên Hêzên Ewlehiya Navxweyî ragihand ku di teqînê de 2 kes bi sivîkî birîndar bûne û li Nexweşxaneya Wetanî tên derman kirin.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî li herêmê lêpirsîn da destpê kirin.