Di teqîna Ezazê de herî kêm 4 kes mirin

Hate ragihandin ku di teqîna li bajarê Ezazê yê Bakurê Sûriyeyê  de herî kêm 4 kes mirin e.

Li navenda bajarê Ezaz a Bakurê Sûriyeyê ya dibin kontrola Tirkiyeyê de teqînek bihêz çêbû. Teqîn li herêma temîrkerên wesayîtan pêk hat û gelek wesayît şewitin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di teqînê de herî kêm 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûne. Sedemê teqînê nehate zanîn. Ji ber bajar dibin dagirkeriya Tirk de ye agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Roja 1’ê Îlonê jî li Ezazê dema kombûna rayedarên MÎT û çeteyan de teqînek bihêz çêbibû. Di teqînê de endamên MÎT’ê jî di nav de herî kêm 15 kes mirîbûn û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûbûn.