Di şewata li Til Koçerê de 5 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
Di şewata li zeviyên li Til Koçerê pêk hat de 5 kesên man di nava şewatê de şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.
Di şewata li zeviyên li Til Koçerê pêk hat de 5 kesên man di nava şewatê de şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.
Piştî nîvro agir bi zeviyên derdora gundên Til Elo û Girê Fatî yên gundewarê navçeya Til Koçerê ya herêma Dêrikê ket. Tîmên agirvemirandinê û komîteyên sivîl bi lez berê xwe dan cihê bûyerê.
Welatıyên herêmê ji bo vemirandina agir bûn seferber. 5 welatiyên ku ji bo vemirandina agir ketibûn bi tîmên agirvemirîn re xebat dikirin, man di nava agir de şehîd bûn. 3 welatî jî bi giranî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyên derdor.
Agirê li herêmê hate vemirandin.