Di şerê Kobanê de DAÎŞ û dewleta Tirk bi hev re têk çûn

Ji şahidên berxwedana Kobanê nûçegihana ANHA'yê Dîcle Ehmed got, "Du tişt hebûn ku şerê Kobanê bi ser xist: ya yekemîn îrade, ya duyemîn jî hevrêtî bû. Ya ku bandor li tevahiya cîhanê kir ev îrade û hevrêtî bû."

Nûçegihana ANHA'yê Dîcle Ehmed ku şerê Kobanê ji destpêkê ve şopand û şahidî ji berxwedana dîrokî re kir, bi wesîleya salvegera 7'an a rizgarkirina Kobanê ji ANF'ê re axivî.

Dîcle Ehmed bi bîr xist ku beriya êrişa meha Îlonê DAÎŞ'ê çend caran hewl da êrişî Kobanê bike û got, "Sala 2013'an êriş kir. Piştre çend carên din êriş kirin. Lê belê ev êriş hemû ji aliyê şervanan ve hatin şikandin. DAÎŞ'ê piştî ku Reqa, Minbic, Cerablûs û Sirîn dagir kir, ji xwe Kobanê bi temamî dorpêç kiribû. 14'ê Îlonê bi çekên ji Tûgaya 93'an a hikumeta Şamê û Mûsilê desteserkirî, êriş birin ser Kobanê. Dewleta Tirk rasterast piştgirî dida vê êrişê. Dewleta Tirk deriyên xwe hemû li DAÎŞ'ê vekiribû. Li aliyê Cerablûs û Girê Spî ku di destê DAÎŞ'ê de bû sînorê dewleta Tirk bi temamî li wan vekirî bû. Li wê derê ji aliyê dewleta Tirk ve alîkariya cebilxane û lojîstîk jê re dihat. Her wiha bi bikaranîna qada hewayî ya dewleta Tirk bi sedan çeteyên ji Ewropayê di sînorê dewleta Tirk re derbasî nava aliyê DAÎŞ'ê bûn. Li ser gelek çeteyên sala 2012'an hatin kuştin belgeyên dewleta Tirk hatin dîtin. Her wiha gelek çeteyan li xwe mikur hatin ku li Dîlok û Rihayê çawa hatine perwerdekirin û xwe bi rêxistin kirine.

Şeva 14'ê Îlonê ji gundê Telikê yê li rojavayê Kobanê dest bi êrişê kirin. Piştre jî ji başûr û rojhilat ve dest pê kirin. Yanî ji pênc aliyan ve êrişî Kobanê kirin. Her wiha deriyên dewleta Tirk ji xwe li wan vekirî bûn. Deriyên Cerablûs û Kaniya Xezalan ji xwe li DAÎŞ'ê vekirî bûn. Ji wê derê cebilxane û alîkariya lojîstîk dihatin. Her wiha birîndarên çeteyan dibirin Tirkiyeyê û li wir tedawî dikirin. 22 roj piştî destpêkirina êrişê, çeteyên DAÎŞ'ê gihîştin bajarê Kobanê. Ji xwe ji rojava ve 25 kîlometre, ji aliyê Sirînê jî 30 kîlometre dûrî Kobanê bû. Aliyê rojhilat jî bi wî rengî bû. Lê belê divê ev yek bê gotin, belê êrişên li ser Kobanê 15'ê Îlonê dest pêkir. Lê belê rêveçûna şerê Kobanê bi berxwedana Serzûrî diyar bû.

12 ŞERVANÊN FEDAYÎ DERBA DESTPÊKÊ LI DAÎŞ'Ê XISTIN Û EW TÊK BIRIN

Bi berxwedana 12 şervanên fedayî yên YPG û YPJ'ê re di şerê Kobanê de derba destpêkê li DAÎŞ'ê hate xistin û DAÎŞ yekemcar li wir şikest. Ji dibistana Serzûrî heta Kobanê nêzî 20 kîlometre heye. Şervanên li wê eniyê şer kirin gotin, 'çi dibe bila bibe divê Kobanê nekeve destê DAÎŞ'ê. Li pêşiya her sê deriyên wê dibistana biçûk tankek hebû. Şervanan bi saetan li dijî wan li ber xwe dan. Bi berxwedana Serzûrî re berxwedana şerê Kobanê jî diyar bû. DAÎŞ bi xwe li xwe mikur hat ku li wir şikestiye. Şervanên li eniyên din li ber xwe didan jî dema ku bi berxwedana Serzûrî hesiyan bi heman ruhî li ber xwe dan."

Dîcle Ehmed anî ziman ku DAÎŞ'ê tankên herî pêşketî li bejahiya Kobanê bi cih kiribûn û got, "Di destê wan de hawanên herî pêşketî hebûn. Piştî berxwedana 22 rojan, DAÎŞ di 5'ê Cotmehê de gihîşt Miştenûrê. Piştî Serzûrî, şikestina duyemîn a DAÎŞ'ê li girê Dolê pêk hat. Vê berxwedana ku bi pêşengiya Şehîd Êriş û Şehîd Zozan pêk hat, pêşveçûna DAÎŞ'ê ya ber bi Kobanê ve bi 10 kîlometreyan sekinand."

'BI BANGA RÊBER APO RE JI KURDISTANÊ Û EWROPAYÊ MIROV HERIKÎN SER SÎNORÊ KOBANÊ'

Dîcle Ehmed bi bîr xist ku DAÎŞ'ê wê wextê plan dikir ku d inava sê rojan de xwe bigihîne Kobanê, nimêja cejnê li Kobanê bike û got, "Beriya bigihêje nava bajêr, Rêber Apo bang kir. Her wiha rêveberiya giştî jî seferberî ragihand. Ji xwe piştî banga Rêbertî ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê mirov ber bi sînorê Kobanê ve herikîn. Me dît ku xelkê Bakur bi destan têlên li ser sînor radikir û derbasî Kobanê dibû. Gel ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbas dibû û xwe digihand Kobanê. Bi hezaran ciwan ji bo tevlî şer bibin hatin."

'GEL Û ŞERVANAN BI HEV RE LI BER XWE DAN'

Nûçegihan Dîcle Ehmed anî ziman ku hin ji ciwanan piştî ku ji sînor derbas bûn, hîn çenteyên wan li pişta wan bûn şehîd ketin û got, "Dema ku mirov li Şehîdgeha Dîcle ya li Kobanê dinerin bi sedan şehîdên bênav dibînin. Hin ji wan beriya ku ava Kobanê vexwin şehîd bûn. Li şehîdgehê şehîdên Ereb, Tirkmen, Suryanî, Kurd, enternasyonalîst hene.

Ya rast banga Rêber Apo bandor li tevahiya cîhanê kir. Herî zêde bandor li şervanên li Kobanê kir. Jê hêz girtin, şer kirin, li ber xwe dan û bi ser ketin. Her roj qad teng dibû. Li qadeke biçûk bi sedan, bi hezaran çeteyan li dijî şervanan şer dikirin. Tevî vê yekê jî berxwedaneke mezin hate nîşandan. Çalakiyên mezin ên fedayî hatin kirin. Şehîd Destîna yek ji wan fedayiyan bû."

Dîcle Ehmed destnîşan kir ku ne tenê şervanan, her wiha gelê li wê derê jî bi heman îradeyê li ber xwe dida.

Dîcle Ehmed got, "Di şerê Kobanê de 2 tiştan serketin misoger kir: ya yekemîn îrade, ya duyemîn jî hevrêtî bû. Di ber hev re bêdudilî şehîd diketin."

Dîcle Ehmed diyar kir ku weke xebatkarên çapemeniyê wan heta astekê rola xwe li wir bi cih anîn û got, "Gelek rojnamevanan xwestin derbas bibin, lê belê dewleta Tirk nehişt. Hinek jî birîndar bûn. Lê belê em ên li wê derê gelekî bi şens bûn. Me şahidî ji wê berxwedana dîrokî re kirin. Kêm jî be me hewl dan berxwedana Kobanê bigihînin cîhanê. Ya rast têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê têkçûna dewleta Tirk bû. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi ti awayî têkçûna DAÎŞ'ê nekarî qebûl bike. Îro jî hînê eger dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike û hewl dide DAÎŞ'ê ji nû ve bixe nava liv û tevgerê, ji ber wê yekê ye ku têkçûna li Kobanê hînê ji bîr nekiriye."