Endamê Konseya Hevseroktiya PYD'ê Aldar Xelîldi peyama xwe de got, ''Newroz cejna azadî, rizgarî, wekhevî û berxwedanê ye'' û bang li hemû gelên herêmê kir ku li qadên Newrozê têbikoşin.
Xelîl diyar kir Newroz ne tenê ya Kurdan lê ya hemû gelan e û got, ''Her çendî pêşengiya Newrozê Kurdan kiribe û heta niha weke cejna Kurdan were zanîn jî, rastî ev e. Lê cejn ne tenê ya Kurdan e, cejna gelên din e jî. Ji ber ku cejna azadî, rizgarî, wekhevî û berxwedanê ye.''
Xelîl bi domdarî got,''Xasma jî Newroza 2022'an cejna azadiyêya Rêber Apo ye. Rêber Apo jî bi felsefe û ramana xwe rêberê hemû gelan e. Hemû pêkhateyên herêmê azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibînin. Bi rihê geşkirina têkoşînê ya di sala 50'î ya Têkoşîna Azadiyê de, Newroza 2022'an ji bo hemû gelên herêmê dibe sembol. Kurd, Ereb, Sûryan, Asûr, Keldan û hemû pêkhateyên din êdî vê rastiyê dibînin.''
Aldar Xelîl bang li hemû pêkhateyên herêmê kir û got, ''Em ê Newrozê bikin Newroza me hemûyan. Azadiya me hemûyan jî girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Bi vî rihî em Newrozê pîroz bikin. Mazlûm Dogan çawa ku bi gotina, 'Berxwedan Jiyan e'' Newroz bi rengekî sembolî pîroz kiribe, em ê jî bi wî rihê berxwedanê têkoşînê geş bikin. Em gelên herêmê, bi hev re heta ku em Newrozê bigihînin serfirazî û azadiyê em ê têkoşîna xwe geş bikin û agirê Newrozê gur bikin.''