Di Pêngava Bagera Cizîrê de 2 gundên din hatin rizgarkirin

Gundên Igêdat û Tilaba yên li bejahiya Dêra Zorê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Di şer de 5 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bejahiya Dêra Zorê her bi pêş ve diçin.

Şervanên QSD'ê, îro gundê Igêdatê rizgar kirin û piştre berê xwe dan gundê Begara yê bi 21 kîlometreyan li başûrê rojhilat ê Dêra Zorê ye. Li vî gundî, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime.

Şervanan her wiha gundê El Tilaba jî îro rizgarkirin, ku bi 40 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ye.

Di vî şerî de 5 çete hatin kuştin.

Di şerê rizgarkirina her du gundan de şervanekî QSD'ê şehîd bû.