Di navbera şêniyên Babê û çeteyên Erdogan de şer derket

Li bajarê Babê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di navbera şêniyên bajêr û çeteyên rejîma AKP'ê de şer derket. Dİ şer de sivîlek û du çeteyên Ehrar El Şam birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî digire, li Babê di navbera çeteya Ehrar El Şam a artêşa Tirk û malbata El Wakî de şer derket. Şer zêdeyî nîv saetê dewam kir û di encamê de ji malbata El Wakî kesek, ji koma çete jî du kes birîndar bûn.

Hate ragihandin, çeteyên Ehrar El Şam piştî şer ketin û derketina bajêr girtine. Li ser sedema şer agahî bi dest neket, lê tê gotin aloziya li bajêr dewam dike.