Di nava hemû şert û mercan de perwerde nayê piştguhkirin

Piştî bidawîbûna dibistanê û ketina betlaneyê ya xwendekaran mamostayên Efrînê di bin sêwana Akademiya Şehîd Polat Efrîn de bi dewreya Şehîd Mamoste Eqîd perwerdeya branş a bîrdozî û kesayeta dibînin.

Di 16’ê Adar a 2018’an ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelê Efrînê neçar ma ku koçberê herema şehba û şêrewa bibe. Lê her çiqas dewleta Tirk û hevkarên wê hêvî dikirin ku gelê Efrîn belav bibe û xwe bavêje himbêza wan, lê ev hêviyên wan ji aliyê gelê Efrîn ve yek bi yek vala hatin derxistin.

Li rexmê hemû zehmetî û bê derfetiyên koçberiyê gelê Efrînê bi her awayî rêxistinkirina xwe ava kir û di aliyekî de li hember şertên zehmet ên koçberiyê li ber xwe dide, di aliyê din de jî di tinebûnê de ji bo xwe hebûnê dide ava kirin.

Gelê Efrînê li Şehba bi awayekî komînal jiyana xwe saz dikin. Mamosteyên Efrînê jî bi heman şêwazê li rexmê hemû bêderfetî û zehmetiyên koçberiyê ji bo zarokên Efrînê bê perwerde nemînin xebatên xwe yên perwerdeyê bê navber didomînin. Mamosteyên Efrînê ku di bin siwana KPC-Demokratîk de xwe bi rêxistin dikin, di despêka koçberiyê de heta niha nehîştin ku dibistanê zarokên Efrînê bên girtin.

Sala yekemîn a perwerdeya ku di bin konan de hat destpêkirin, di sala duyemîn de jî dîsa beşek dibistan di bin konan de, beşek wan jî li dibistanê Şehba yên xirabûyî berdewam kirin û sala duyem a perwerdeyê qedandin. Piştî ku dibistan ketin betlaneyê mamosteyên Efrînê vala nesekînîn û ji bo ku hê bi serkeftî zarokên Efrînê perwerde bikin di betlaneyê de vê carê jî xwe perwerde dikin.

34 mamosteyên girêdayî KPC- Demokratîk di Akademiya Şehîd Polat Efrîn de, 1’emîn dewreya Şehîd Mamoste Egîd perwerde dibînin.

Endama rêveberiya 1’emîn a Dewreya Şehîd Mamoste Egîd Zahide Mehmo li ser xebatên akademiyê ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO DERBASKIRINA LEWAZÎ Û PÊŞXISTINÊ PEREWRDE ŞERT E’

Mamoste Zahîde Mehmo diyar kir ku yekemîn ew dixwazin di mamosteyan de şêwazê xwe bi rêxistinkirinê pêş bixin û kêmasiyên xwe yên şexsî derbas bikin. Mehmo got: “Ev dewre wê heyvekî berdewam bike. Di vir de mamoste di despêkê de li ser kêmasiyên ku di biranşê wan de heye, dîsa lewaziyên ku di kesayet de dijîn çawa bikaribin derbas bikin. Her wiha lewaziyên ku di perwerde dayînê de tên pêşiya mirov bê ka çawa derbas bikin, dîsa girîngiya vê perwerdeyê di her warî de heye. Mamoste him xwe di aliyê birdozî de pêş dixin û dîsa xwe ji aliyê rêzimanê Kurdî ve bêtir xurt bikin û kêmasiyên ku derdikevin derbas bikin.”

‘JI BO HER BEŞÊ CIVAKÊ MAMOSTE TÊN PERWERDEKIRIN’

Di derbarê pergala perwerdeyê de jî Mehmo ev nirxandin kir: “Wek pergala perwerdeyê, saharê spor bi sporê destpê dike. Saet di 08:00’an de perwerde destpê dike û heta seat 16:00’an berdewam dike. Her wiha di nav van seatan de naberên kurt û dirêj heye. Di seatên êvarê de jî mamoste yan perwerdeya rêziman, an jî sinevîzyon, belgesel û film temaşe dikin. Armanca me ew e ku mamoste bi her awayî xwe xurt bikin. Ji ber hin mamosteyên me derbasî perwerdeyan nebûne. Ji ber piştî ku em koçber bûn û şûnde mamoste tenê ne di dibistanan de cih girtin. Hin mamosteyên me di komînan de cih girtin, hin perwerdehiyê de bi erka mamostetiyê rabûn, hin mamosteyan di komîteyên perwerdê yên civakî de cih girtin û hin mamoste jî di komîteyên cuda cuda de cih girtin. Ji ber wê jî mamoste wek pêşengên civakê pêwîst dike ku xwe di her aliyê de perwerde bikin. Li ser vê esasê di vê akademîyê de perwerde dibînin.”