Di êrişa Eyn Îsayê de 2 kesên sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker di destê sibehê de êrişî Eyn Îsayê kiribû. Di van êrişan de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine stendin, artêşa Tirk a dagirker hîna jî gundê Hoşan ê rojavayê Eyn Îsayê, rêya M4 û îstasyona bêhnvedanê ya Sêqirmê topbaran kiribû. Di encama topbaranê de sivîlekî din ê di ser rêya M4 re derbas dibû, birîndar bû.

Sivîlê birîndar bûye bi navê Memdûh Şibêt (43) salî ye û rakirine nexweşxaneya Omer Elûş a li navenda navçeya Eyn Îsa.

Beriya saetekê jî di topbarana li ser navçeyê de sivîlê bi navê Ehmed Fecir Şedhen birîndar bûbû. Bi vê yekê heta vê kêliyê di encama topbarana dagirkeran de 2 sivîl birîndar bûne.

Artêşa Tirk a dagirker gundewarê navçeya Eyn Îsayê bi bombeyên mîsketê yên qedexekirî, bombebaran kiribû.

Ev bombeyên mîsketê di peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin ku bikaranîna wan qedexe ne. Dewleta Tirk berê jî li Başûrê Kurdistanê li hemberî sivîl û gerîlayan ev bombeyên mîsketê bi kar anîbû.

Ev bombe ji bo demdirêjiyê xetereyeke gelekî mezin bi xwe re tînin, ji ber ku dema dikevin erdê nateqin û piştî demeke nediyar diteqin.