Di êrîşa balafirê bêmirov de zarokek birîndar bû
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Xalidiyê yê Eyn Îsa barandin. Di êrîşê de zarokek birîndar bû.
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Xalidiyê yê Eyn Îsa barandin. Di êrîşê de zarokek birîndar bû.
Duh saet derdora 13.00’an de balafirên keşfê yên bêmirov (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Xalidiyê yê rojavayê Eyn Îsa xistin.
Di êrîşê de zaroka bi navê Xelîfe El Elî (10) ji destê xwe yê çepê birîndar bû.