Di encama teqîna mayînên DAIŞ’ê de 3 sivîl şehîd bûn
Di encama teqîna mayînên çeteyên DAIŞ’ê yên ji berê li herêman bi cih kirin de, 3 welatiyên Reqayê jiyana xwe ji dest dan.
Di encama teqîna mayînên çeteyên DAIŞ’ê yên ji berê li herêman bi cih kirin de, 3 welatiyên Reqayê jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqîna mayînên ku DAIŞ′ê li herêmê ji berê bi cih kiribûn de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariyê di daxuyaniyê de ev agahî da: ″12′ê Gulanê li avahiyeke rûxiyayî ya bajarê Reqayê mayînên ku DAIŞ′ê çandibû, teqiyan. Di encamê de 3 welatiyên ku bermahiyên şer paqij dikirin, şehîd bûn. hejmarek welatî jî birîndar bûn.”