Di destê çeteyên DAÎŞ’ê de bi hezaran sivîl hene

Hate diyarkirin ku di destê çeteyên DAÎŞ’ê de bi hezaran sivîl hene. Çete sivîlan ji xwe re dikin mertal.

Qonaxa Bidawîkirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê didome. Şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina sivîlan gelekî hewl didin.

Çete li herêma Baxozê di qadeke 5 kîlometrekare de mane û li hemberî pêşveçûna şervanên QSD’ê sivîlan ji xwe re dikin mertal.

SIVÎLAN DIKIN MERTAL

Hate diyarkirin ku li derdora Baxozê nêzî 2 hezar çeteyên biyanî yên DAÎŞ’ê mane û çete sivîlan ji xwe re dikin mertal.

Hate ragihandin ku li herêma Baxozê serçeteyê bi navê El-Cezrawî yê ji Siûdî çeteyan bi rê ve dibe û serçeteyê berê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatibû kuştin.

Sivîlên ku ji aliyê şervanên QSD’ê hatibûn rizgarkirin, ragihandin ku hê bi hezaran sivîl di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne.