BI DÎMEN

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Sibehî em ê li Amedê bibînin ku çareserî pêkan e

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser Mîtînga Azadiyê ya ku wê sibehî li Amedê were lidarxistin û got: ‘’Em ê di mîtîngê de bi hev re dengê xwe bilind bikin û nîşan bidin ku çareserî pêkan e.’’

ÇÎGDEM KILIÇGUN ÛÇAR

Amadekariyên mîtînga ku wê sibehî (13’ê Cotmehê) li Amedê bi şîara; ‘’Em li dijî Komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin’’ were lidarxistin, berdewam dikin. Beriya mitînga ku wê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk were lidarxistin, li her derê xebat tên meşandin. Di xebatên girseyî de qala bandora tecrîda Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di nava civakê de tê kirin û ji bo biodawîbûna tecrîdê bangên beşdarîya ji bo mitîngê tên kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar têkildarî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji ANF’ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Komploya Navneteweyî dike sala xwe ya 27’an. Belkî tişta ku bi awayê herî zelal were îfadekirin ew e ku komplo li dijî ‘Perspektîfa Rojhilata Navîn a Demokratîk’ a ku Birêz Ocalan bi vê yekê daye zanîn ku li erdnigariya Rojhilata Navîn hemû gel dikarin pêkve bi awayekî hevpar bijîn, midaxeleyek e. Bi taybetî jî di salên 90’î de ‘Projeya Mezin a Rojhilata Navîn’ a di pêşengtiya Emerîkayê de hebû. Ev proje bi xwe li ser bihêzbûna modernîteya kapîtalîst a li ser erdnigariya Rojhilata Navîn û tunebûna bawerî û gelek cudahiyên dewlemend ên gelên li wir, ava bûye. Îro bi taybetî jî bi destê Emerîka û Îsraîla ku Komploya Navnetweyî pêk anîne, em dibînin ku Rojhilata Navîn kirine goleke xwînê.’’

‘TEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ FIKRÊN OCALAN IN’

Çîgdem Kiliçgun Ûçarê da zanîn ku hêzên global ên plana Komploya Navneteweyî saz kirine, negihiştîne armanca xwe û ev yek anîn ziman:

‘’Têkildarî komployê divê em herî zêde li gorî gotina Birêz Ocalan biçin. Ew bi xwe dibêje; ‘Ev komplo hatiye pûçkirin.’ Vê yekê girêdayî têkoşîna ji bo aştiyê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê dibêje. Birêz Ocalan ji roja ewil heya niha ye têkildarî aşitiyê li ber xwe dide. Tişta ku hêzên kûrewî ditirsîne jî ev e.  Çimkî pergala kapîtalîzmê ev demeke dirêj e di nava krîzekê de ye. Li hemberî vê krîzê tekane çareserî fikrên Birêz Ocalan in.’’

‘TECRÎD WEKE AMÛREKE DÎZAYNÊ TÊ BIKARANÎN’

Çîgdem Kiliçgun Ûçarê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: ‘’A rastî tecrîd dorpêçkirinek e. Em qala bêhiqûqî û bêedaletiya ku di roja me ya îroyîn de li Tirkiyeyê veguheriye rejîmekê dikin. Di têkoşîna têkildarî tecrîdê de ji qada hiqûqê bigirin heya qada polîtîka û kedê divê her kes xwedî gotin be û dengê xwe bilin bike. Li hemberî her kesên ku li dijî desthilatdariya heyî dengê xwe bilind dike,  tecrîda li Îmraliyê tê nîşandan û hewleke dizaynkirinê heye. Em dikarin bibêjin ku îro li Tirkiyeyê hemû hêzên demokratîk bi tecrîdê re rû bi rû ne. Tecrîd ne tenê tiştekî hiqûqî ye, di heman demê de polîtîk û civakî ye jî.‘’

‘DIVÊ DEWLET VEGUHERE’

Çîgdem Kiliçgun Ûçarê behsa ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku wê di 13’ê Cotmehê li Amedê were lidarxistin, kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Di 13’ê Cotmehê de em ê bi şîara; ‘’Em li dijî Komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin’ mitîngekê li dar bixin. A rastî dewletên neteweyî ev demeke dirêj e di nava krîzekê de ne. Ev mitîng ne tenê mitîngeke azadiya fizîkî ye, ev mitîng ne tenê daxwaza guhertina hin tiştên di qada hiqûqê de ye, hevparbûna têkoşîna ji bi îradeya jiyana civakê ya pêkve û vehuherînê îfade dike. Em ê di mitînga xwe ya 13’ê Cotmehê de  hem qala bêhiqûqiya tecrîdê û hem jî qala polîtîkayên ku li gel tecrîdê derketine holê çawa welat dorpêç kiriye, bikin û nîşan bidin ku çareseriya vê yekê pêkan e. Ya ku divê veguhere ne civak e, ya divê veguhere dewlet bi xwe ye.’’