NÛ BÛ

Di çalakiyên HRE’yê de 9 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku di çalakiyên lidar xistine de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.

ÇALAKIYÊN HRE’YÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bê navber dewam dikin û li hember wan êrîşan çalakiyên şervanên wan didomin.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê, encamên çalakiyan wan ên dawîn wiha ne:

“8’ê Adarê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di xeta navçeya Şera de xwe nêzî xeta temasê kir. Hêzên me bersiv da û di encamê de 2 çete reviyan û çeteyek jî hat kuştin.

12’ê Adarê li xeta Marê çalakiyeke serdegirtinê hat lidarxistin, di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

20’ê Adarê li bajarê Ezazê li ser bendeke çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

24’ê Adarê li xeta Ezazê çalakiyeke din a seregirtinê hat lidarxistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de çalakiyeke din a taybet hat lidarxistin ku di encamê de wesayîtek û motorsîkletek hat îmhakirin.

25’ê Adarê li xeta Ezazê çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyekî dagirker hat kuştin.

1’ê Nîsanê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dijî sekvanekî çeteyên dagirker lidar xist, di encamê de çeteyek hat kuştin.

2’yê Nîsanê li xeta Meryemînê ya navçeya Şera hêzên me çalakiyeke taybet lidar xist, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn û wesayîtek hat rûxandin. Dîsa di xeta Marê de çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 9 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn. 2 wesayît û motorsîklêtek hatin rûxandin.”