Di bin bomberdûmanê de du zarok

Zarokên bi navê Yezîd û Xofran û sivîlê bi navê Ebû Dawûd li Serêkaniyê di bin bomberdûmanê de, di nav şer de dijîn.

4 roj in di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û şervanên QSD’ê de şerekî giran heye. Serêkaniyê bi balefir, hawan û obusan tên bomberdûmankirin.

Di bin vê bomberdûmanê de nûçegihanên em rastî du zarokan tên. Her du zarok diyar dikin ku ew hatine ji xwe re kadeyan bistînin. Zarok diyar dikin ku zilamek heye cesaretê didin wan û ji ber vê jî ew natirsin.

Sivîlê bi navê Ebû Dawûd jî diyar dike ku ew li Serêkaniyê ye û ew ê dev ji axa xwe bernede. Ebû Dawûd dibêje ku “Wan gelek caran êrîş kirin û her carê me ew qewirand. Niha jî hatine, em ê niha jî wan biqewirînin. Em ê dev ji axa bernedin. Ev der axa me ye, em ê dev ji axa bernedin.”