Di Bagera Cizîrê de 7 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên rizgarbûyî kirin. Şervanên QSD’ê êrîş şikandin û 7 çeteyên DAIŞ’ê kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşveçûna şervanên QSD′ê û bi bidestxistina serkeftinên mezin didome. Îro saet di 07.00′ê sibehê de çeteyên DAIŞ′ê bi çêkan giran êrîşî  gundê Seat ê rizgarkirî yê dikeve başûrê bajaroka Siwer a li ser sînorê Sûriyê û Iraqê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD′ê de şer derket û heta saetên piştî nîvro dom kir. Di encamê de êrîş hatin şikandin, 7 çete hatin kuştin û wesayîteke doçka hate îmhakirin.

Di saetên piştî nîvro de jî çeteyên DAIŞ′ê êrîşî mewziyên şervanên QSD′ê yên li Kargeha Cefir a petrolê kirin. Êrîş ji aliyê şervanan ve hat şikandin. Li vê herêmê çeteyekî xwekuj ku dixwest xwe di nava şervanan de biteqîne, hat kuştin.

Çeteyên DAIŞ′ê îro çend caran hawan avêtin gundê Cenna yê ku di 13’ê Cotmehê de hatibû rizgarkirin. Di encamê de ti ziyan çênebû.