Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 9 sivîl revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Unqelê ya Şiyê ya Efrînê 9 sivîl revandin.

Êrîşên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê bê navber dewam dikin.

Koma çete ya bi navê ‘Lîwa El-Weqas’ a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Unqele ya Şiyê ya Efrînê 9 sivîlên ku temenê wan di navbera 17-36’an de revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Nazmî Xelîl Ehmed (18), Ibrahîm Şikrî Elûş (17), Hesen Şikrî Elûş (19), Riyad Elî (17), Arêf Mihemed Şikrî (23), Azad Hesen (23), Izet Mihemed Umer (17), Merwan Enwer Hesen (17) û Arêf Kemal Abîdo (36).