Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbic û Eyn Îsa didin ber topan-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşeriyê û Toxar ên dikevin bakurê rojhilatê Minbicê û gundên Eyn Îsayê topbaran dikin. Li ser Kobanê jî balafirên keşfê digerin.

Êrîş û kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didome.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Toxara Mezin ê bakurê Minbic, gundên Hoşeriyê û Toxara Biçûk ên bakurê rojhilatê Minbicê bi hawnan topbaran dikn.

Heta niha zêdetirî 10 topban li gundan ketine û ziyanên mezin gihan mal û milkên welatiyan.

Dagirkeran gundê Dibis, Cidêd û Mûelek ên Eyn Îsa bombe kir û balafirên keşfê jî li rojavyaê rêya M4'ê difirin

LI KOBANÊ BALAFIRÊN KEŞFÊ DIGERIN

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarokê Sirîn û Pira Qereqozaqê yên gundewarê başûrê Kobanê digerin.