Dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîniyan direvînin -HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên ku hatine dagirkirin bi destê Çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ bi nav kirine, 5 welatiyên Kurd li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

Kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên mîna revandin, destdirêjî-destavêtin, talan û dizî yên li herêmên dagirkirî bênavber dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Duşema borî 5 sivîl li gundê Celemê revandin

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Reşîd Binefşe (28), Kinco Subhî Kinco (27), Hesen Subhî Elo, Mistefa Ehmed Morî û Cîlo Mistefa Cîro.

Çavkaniyê ragihand ku çeteyan kesên hatine revandin birine cihekî ne nediyar û heta niha agahî ji kesên hatine revandin nehatiye stendin.

Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qurt Qulaq a Efrînê kesê bi navê Farûq Mihemed revand. Hate diyarkirin temenê Farûq Mihemed dora 35’an e û çend roj berê ji Lubnanê hatiye Efrînê.

Çeteyan dest danîn ser mala Farûq Mihemed a li Taxca Eşrefiyeyê û ew birina baregeha xwe ya li kolana Vêlatê.

Di 11’ê Tîrmhê de jî çeteyên Sultan Mûrat girtibûn ser gundê Qurt Qulaq û 33 kes revandibûn