Dewleta Tirk û çeteyê wê 4 sivîl ji Raco ya Efrîn revandin

Dewleta Tirk û çeteyên xwe di nava çend rojên dawî de 4 welatî li gundê Bedîna yê navçeya Raco ya Kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji gundê Bedîna ya Raco ya Efrînê revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne: Şakir Hesen Cafer (28), Luqman Reşîd Bekir (44), Mihemed Zekeriye Mihemed Caro (25) û Mihemed Menan Îbiş (45).

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li beramberî hezar û 500 lîreyê Tirk welatiyê bi navê Mihemed Îbiş serbest berdaye.

Heta niha aqûbeta her sê kesên din ne diyar e.