Dewleta Tirk sînorê Rojava ji xwe re kiriye qada êşkenceyê

Hêzên Tirk ên dagirker, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê êşkence li kesekî din kir.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên dagirker êşkence li ciwanê bi navê Beşar Hesen Hedar (24) ê ji gundê Ezîziye yê Serêkaniyê kirine.

Hedar ji bo kar bike, ji gundê Îdwaniye yê bi 50 kîlometreyî li rojavayê Serêkaniyê ye hewl da derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, lê leşkerên Tirk ew girtin.

Leşkerên Tirk bi rengekî hovane êşkence li wî ciwanî kirin û piştre ew avêtin aliyê Rojava yê sînor. Gundiyan Hedarê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Roj.

13'ê Nîsanê jî 2 ciwanên ku hewl didan ji Serêkaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin û piştî rojekê cenazeyên wan ku êşkence lê hatibû kirin, hatibûn dîtin. Yek ji ciwanên hatin kuştin ji gundê El Tirozaye yê Reqayê bû. Yê din jî kesekî bi navê Zayid Abdullah El-Mixêrt bû.