Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî pêngaveke nû bûne. Li beramberî vê yekê jî hêzên garantor ên li herêmê, bêdeng in. Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê Şehba û heta naçeya Til Temir û Zirganê zêde kir û bi rêya balafirên keşfê herêmên cuda bombebaran dike.
Têkildarî mijarê, Meclisa Heres El-Xabûr a Asûrî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî ku hêzên girêdayî dewleta Tirk di pêkanîna armancên xwe de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têxin bin serweriya xwe têk çûn, dewleta Tirk qonaxeke nû ya êrişan da destpêkirin.
Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî pêkhateyên herêmê her wiha topbarana rojane li ser herêmên cuda, hedefgirtina navenda têkiliyên leşerî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û êrişên hovane ku di demên dawî de pêk hatine, di encama wê de gelek şehîd çêbûn û sivîl ji malên xwe koçber bûn. Tişta ku li herêmên Til Temir û Xabûrê rû dide qirkirina ji aliyê dewleta Tirk ve ku dixwaze komkujiyên ku DAIŞ’ê di sala 2015`an de pêk aniye, dubare bike.
Divê civaka navneteweyî der barê bûyerên ku li herêmê rû didin, bêdeng nemîne.
Em hêzên Meclisa Heres El-Xabûr a Asûrî teqez dikin ku em ê parastina gelê xwe û tevahî herêmê li hemberî terora DAIŞ’ê biparêzin. Me çawa berxwedaneiyeke dîrokî li dijî DAIŞ’ê meşand, em ê li hember êrişên dewleta Tirk jî bisekinin. Em destûr nadin tu dagirkeran ku nêzî xaka ma ya pîroz bibe. Xaka me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan û em wê tu carî bernadin.
Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û em soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin ku emê şopdarên rêya wan bin."