Dewleta Tirk li talana zeytûnên Efrînî dide

Dewleta Tirk li navçeya Mabata ya Efrînê li talana zeytûnan dide, bi sedan darên zeytûnan hatin desteserkirin.

Li gorî çavkaniyekê ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyê bi navê Tariq Cûriyê (Ebû Imar) ku ji niştecihên taxa Baba Emro a Humsê hatine û li Efrînê bi cih bûne, bi hevkariya çeteyekî bi navê Ebû Hemze ku di nava beşa ewlehiyê de ye li gundê Şorbe yê navçeya Mabeta, bi dehan hektar zeviyên çandiniyê desteser kirin.

Çavkanî navên xwediyên zeviyên zeytûnan ên ku ji aliyê çeteyan ve hatine desteserkirin eşkere kir, navên wan ev in:

Seydo Seydo kurê Reşîd Hec Qedrî 100 darên zeytûnan.

Hisên Şêx Osman kurê Mihemed 20 darên zeytûnan.

Farûq Xelîl 120 darên zeytûnan.

Mihemed Emîr 220 darên zeytûnan.

Mihemed Elî Elo 278 darên zeytûnan.

Mihemed Elî Hişîno 220 darên zeytûnan.

Osman Hişîno 125 darên zeytûnan.

Rûbera ku hatiye desteserkirin zêdetirî 50 hektarî ye, ji wan 10 hektar bi darên zeytûnan hatine çandin.

Çeteyan her wiha 12 darên zeytûnan ji zeviya welatiyê bi navê Idrîs Şêx Osman ê li aliyê rojavayê gundê Meydankê yê navçeya Şera li ser rêya bendavê, birîn.

Li gorî heman çavkanî, çeteyê bi navê Tariq Curiyê ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk li ser kantona Efrînê heta niha, li her yek ji gundên navçeya Bilbilê (navenda Bilbilê - Baliyo - Şingêlê - Bêkê - Kotana - Upila - Qeregolê), li ser her darek zeytûnê pere ferz kirin. Her wiha berhemên zeytûnan ên ku koçber bûne dizîn û bace li kesên ku hîna li malên xwe ne ferz kirin.

Hejmarek ji serçeteyên dewleta Tirk a dagirker (Çeteyên Sultan Murad, Rîcal El-Herb, Feyleq El-Şam û El-Nuxbe) zêdetirî 10 hezar darên zeytûnan ên li bajarokê Meydankê yên 47 malbatan desteser kirin.