Dewleta Tirk li ser sînorê Efrînê dîwêr lê dike û xendekan dikole
Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Efrînê dîwaran lê dike û xendekan dikole. Ziyanê didine mal û bostanên gundiyên li ser sînor.
Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Efrînê dîwaran lê dike û xendekan dikole. Ziyanê didine mal û bostanên gundiyên li ser sînor.
Artêşa Tirk a dagirker dîwarê dagirkeriyê yê ku beriya bi salekê û nîvê danîbû li ser sînorê Herêma Efrînê berdewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker dîwarê xwe li navbera gundê Baliya ya Navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê û gundê Marcûqê ya Bakurê Kurdistanê datîne.
Ji ber dîwarê ku tê lêkirin gelê Bilbilê helwestê nîşan dide û bi fikar e. Gelê Herêma Raco ya bi ser navçeya Bilbilê ve, ji êrîşên dewleta Tirk û ji gefên wê diqilqile, nikarin biçin ser erdên xwe û dexlên xwe re têkildar bin.
Dewleta Tirk çi kesê sivîl ku nêzî dîwêr dibin li wan direşîne.