Di êrişa li ser Mala Birîndaran de 3 kes birîndar bûn

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk li ser Mala Birîndaran a li Qamişlo pêkanî de fermandeyek û 2 rêveber birîndar bûn.

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12:16'an li wesayîtekê li pêşiya Mala Birîndaran a li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo da.

Têkildarî bombebebaranê û encamên wê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

"Dewleta Tirk a dagirker êvara Şemiyê 21'ê Tebaxê bi balafireke bêmirov li başûrê bajarê Kobanê li erebeyeke sivîlan da. Paşê careke din wesayîta ku fermandar Zîb El-Eswed tê de bû kir hedef. Fermandar Zîb El-Ewsed ji bajarê Kobanê ye, di gelek pêngavên li dijî DAIŞ'ê de cih girtiye, herî dawî tevlê ya Dêrazorê bibû. Di 22'ê Tebaxê dema ku fermandar Zîb El-Eswed serdana Mala Birîndaran a li bajarê Qamişloyê dikir wesayîta wî bû hedef, di encamê de ew û du rêveberên Mala Birîndaran birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyekî din di êrişên çeteyên arêtşa niştimanî ya girêdayî dagirkeriya Tirk li malên sivîlan ên bajarokên Zirgan û Til Temirê de zarokek û pîrejineke şehîd bûn, her wiha bi dehan sivîl birîndar bûn ku rewşa piraniya xeter e.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku erkên xwe wekî garantor der barê lihevkirinên parastina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bînin. Hîn jî êriş û gefên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên artêşa niştimanî ya girêdayî wê ve bi hemû rêbazan berdewam in."