Dewleta Tirk bombe li Minbicê barand: Qadên çandiniyê şewitîn

Dewleta Tirk a dagirker bombe li du gundên girêdayî kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barand û qadên çandiniyê şewitand.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Minbicê topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gundên Ewn Dadat ê bakurê bajarê Minbicê bi hawan û obîsan tên topbarankirin. Her wiha hate ragihandin ku dagirkeran gundê Mehsenlî yê bakurê rojavayê Minbicê jî gulebaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama gulebaranê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.