BI DÎMEN

‘Dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe’

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe û gotin: “Di van êrîşan de û di şexsê gerîla de dixwazin me tune bikin. Gerîla ji bo me riya azadiyê ye.”

Şêniyên Kobanê têkildarî berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, ji ANF’ê re axivîn.

Şêniyê bi navê Izet Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe êrîş dikeî lê dîsa jî li hemberî berxwedaniya gerîla bi bin dikeve û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû çekên xwe yê Nukleerî û kîmyewî êrîşî gerîlayên azad dike. Di van kiryarê dewleta Tirk de qanûnên navnetewî li kur man? Di van êrîşan de û di şexsê gerîla de dixwazin me tune û qir bikin. Gerîla tenê ji bo me riya azadiyê ye."

Mistefa anî ziman ku Mala Barzan êdî di xiyanetê de kûr bûye û wiha pêde çû: "Bi sedan kampanya û qaîdeyên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine çêkirin, êdî mala Barzanî girêdayî siyaseta Tirkiyê ye. Em li dijî vê yekê dibêjin ku hebûna gerîla hebûna me ye."

Şêniyê bi navê Hesen Beyro jî ragihand ku ew di pêvajoyeke hebûn û tunebûnê de ne û got: "Dewleta Tirk bi hemû hewldanên xwe xwest gerîla tune bike, bi hemû hêzên xwe êrîş kir, lê gerîla bi hêza xwe û îradeya xwe ya ji pola berxwedanî kir û dewleta Tirk jî li hemberî wê yekê têk çû. Gerîla bi hêza xwe pozê dewleta Tirk li erdê xist û ew şikandin."

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI PEY GERÎLAYÊN XWE BIN’

Beyro anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pey zarokên xwe gerîlayan bin û got: "Heta yek jî ji me mabe em ê nehêlin ala azadiyê bikeve. Ew dijminê ku dibêje em ê wan Bişkînin, ew ê bişkê. Em ê bi ser bikevin, tu rê tune ye, ew dijminê ku dixwaze me tune bike, em ê li hemberî wî bisekinin û em ê xeta têkoşînê bilind bikin. Ger yek jî ji me mabe em ê li pişt gerîlayên xwe bin. Di nava mercên zor û zehmet û di nava zivistaneke sar û seqemê de gerîla têkoşînek bê hempa dimeşîne."

Fêsel Mislim jî ev tişt got: "Gerîla hebûna me ye, hêz û rastiya me ye. Gerîla di nava şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyê dike, gerîla bi xwe hebûn û tunebûna me ye."