Dewleta Tirk li Girê Spî 2 ciwan qetil kir

Leşkerên Artêşa Tirk a mêtînger li ser sînorê Girê Spî 2 ciwan qetilkirin, 6 ciwan jî êşkence kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê ajansa Nûçeyan a ANHA’yê ve hate dayîn, Îro di saetên sibehê de, dema ku 8 ciwanan hewl didan ji gundewarên Girê Spî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ketin destê artêşa Tirk a dagirker. Artêşa Tirk 2 ciwan kuştin û 6 ciwan jî bi îşkence û lêdanê birîndar kirin.

Ciwanê bi navê Ela Ibrahîm ku dema hewl dide sînor derbas bike, bi guleya artêşa Tirk birîndar bû detayên bûyerê wiha anîn ziman: ″Min û kurê apên xwe Hayil Xelîl Eyaş û Ehmed Ayid Eyaş li hev kir ku biçin Tirkiyê û bixebitin. 5 ciwanên din jî bi me re hatin. Em ji bajaroka Silûkê çûn gundê Iwêşiyê yê li ser sînor û 30 km dikeve rojhilatê bajarokê. Em saet 12.00′ê şevê gihîştin gund û me saet 03.00′yê berbangê xwe li sînor xist. Dema em derbasî aliyê din ê sînor bûn, me dît ku leşkerên Tirk dor li me girtine. Leşkeran du saetan bi awayekî hov li me dan, êşkence li me kirin û wêneyên me kişandin. Leşkeran gule li 2 ciwanan dan û ew kuştin.″

Îbrahîm anî ziman ku piştî herdû ciwan hatin kuştin, ji ciwanên din re gotin vegerin cihê hûn jê hatine û wiha domand: ″Leşkeran em gihandin ser sînor û ji me re gotin birevin. Dema em derbasî aliyê Rojava bûn, gule bi me reşandin. Di encamê de ez û ciwanê bi navê Nayif Hemîd birîndar bûn. Ciwanên em rakirin û berê xwe dan nuqteya şervanên YPG′ê ya li gundê Nis Tel. Şervanan em birin nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî. Cenazeyên herdu ciwanên kuştî jî li sînor man.″

Navên hin ciwanên ku ji destê dewleta Tirk rizgar bûne wiha ne: Nayif Hemîd,Ela Îbrahîm Ebû, Hayil Xelîl Ebû, Talib Xelef û Ehmed Ayid Eyaş.″