Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregehên leşkerî yên nû ava dike
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê, li bakurê rêya M4 dixwaze baregeheke nû ya leşkerî ava bike.
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê, li bakurê rêya M4 dixwaze baregeheke nû ya leşkerî ava bike.
Wesayîtên mezin ên dewleta Tirk a dagirker duh li nêzî gundê El Mişerfê bendeke leşkerî, ji bo veguherînê baregehekê derdora wê bi axê dorpêç kir.
Benda leşkerî, 1 kîlometre ji rêya M4 û gundê El Mişerfê û 3 kîlometre dûrî Eyn Îsayê ye. Kîlometreyek di navbera wê bendê û benda leşkerî ya hêzên Rûs û hikumeta Şamê de ye.