Dewleta Tirk li Efrînê zeviyan dişewitîne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê daran û zeviyan dişewitîne. Li Meydankê û Racoyê bi hezaran donim erd û darên zeytûnê hatin şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel zilma li gelê Efrînê niha jî komkujiya sirûştî dike; dexl û dar û berên Efrînê dişewitîne. Ji şevê dî ve dewleta Tirk û çeteyên wê li gundên li Meydankê û Racoyê, li gundê Meydan Ekbezê û li Bilbilê jî li gundê Zahre û Şengalî erd û darên Efrîniyan dişewitînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji 20’ê Çile ya 2018’an tevgera dagirkirinê ve, komkujiyna dike, tecawizî mirovan dike, mirovan direvîne, fîdyeyê ji wan distîne û her wiha komkujiya dîrokê û sirûştê jî dike. Di encama bombekirinên bi balafirên şer ê Tirk û tangan gelek avahî, berhemên dîrokî hatine şewitanin û hilweşadnin, bi deh hezaran donim erd şewitî ne. Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn dar û dexlên gelê Efrînê dişewitîne.