Dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê kesek ji bo fîdyeyê revand.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê kesek ji bo fîdyeyê revand.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên Ehrar El Şerqiye ku ser bi dewleta Tirk a dagirker ve ne, li gundê Badîna yê navçeya Racoyê, sivîlek revand.
Hate ragihandin ku kesê hatiye revandin Îsmet Ehmed Ebdo yê 25 salî ye û çeteyan Ebdo birine zindanek li navçeya Racoyê.
Her wiha hate gotin ku çeteyên dewleta Tirk ji bo berdana Ebdo milyonek lîreyê Sûriyeyê fîdye ji malbata Ebdo xwestine.