Dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din revand

Dewleta Tirk a dagirker li gundekî ser bi navçeya Cindirêsê ya Efrînê di nava 20 rojî de sivîlek ji bo ara duyemîn revand.

Çeteyên Lîwa Semerqend ên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, li gundê Kefir Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê Mihemed Weqfî Mûrad (33) revand.

Hate ragihandin ku sivîlê hatiye revandin, birine baregeha çeteyan û ji bo berdanê jî hezar dolar fîdye xwestine.

Mihemed Weqfî Mûrad beriya 20 rojî ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiye ve hatibû revandin û di berdêla 5 hezar dolarî de hatibû berdan.

9'ê Îlonê dewleta Tirk a dagirker ji gundê Qurt Qulaqê yê kantona Efrînê Farûq Mihemed revandibû.

Li navçeya Raco ya Efrînê jî 6'ê Îlonê çar sivîl revandibû.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, dewleta Tirk di navbera 29'ê Tîrmehê û 23'ê Tebaxê de herî kêm 101 sivîl revandin. Ji wan 17 jê jin û 3 jî zarok in.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo kesên direvînin fîdyeyê dixwazin û bi koçberkirina gelê xwecihî dixwaze guhertina demografiya herêmê temam bike.