Dewleta Tirk li Efrînê sivîlek revand

Dewleta Tirk a dagirker li gundekî Şeraya Efrînê sivîlek revand.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin çeteyên eniya El Şamiye ya dewleta Tirk li gundê Merskê sivîlek revand.

Hate diyarkirin gundiyê bi navê Fethî Mihemed Elî hatiye revandin û kes nizane çeteyan ew birine ku derê.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan dewleta Tirk li Efrînê di nava 4 salan de 700 kesên sivîl kuştiye û herî kêm 8500 kesên sivîl jî revandiye. Aqûbeta kesên hatine revandin jî ne diyar e.