Dewleta Tirk li Efrînê sivîl revand, êşkence li jineke extiyar kir

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sivîl revand. Her wiha êşkence li jineke extiyar kir.

Li gorî agahiyên ji Efrîn a dagirkirî hate wergirtin, çeteyên Ceyş El-Nuxbe yên dewleta Tirk a dagirker li gundên Şêxûtka û Amara yên navnçeya Mabatayê, bi ser malên sivîlan de girt û gelek kes revandin.

Heman çavkaniyan navên çend kesên ku hatine revandin bi bîr xistin ku yek ji wan Îmad Ehmed e û yê din Farûq Henan e. Çeteyan sivîl ber bi cihekî nediyar ve birin.

Her wiha heman çavkaniyan ragihand ku çeteyan ji malbatên kesên revandî hezar dolar wek fîdye xwestiye da ku wan serbest berdin.

Di 11'ê Tebaxê de çeteyên Firqeya Sultan Murad gundê Qirtqilaqê yê navçeya Şera ya Efrînê ya dagirkirî dorpêç kiribû û piştî ku telefonên gundiyan jê standin, bi ser malên wan de girtibû û zêdetirî 30 gundî, di nav de jin û zarok, revandibûn.

ÊŞKENCE LI JINEKE EXTIYAR KIR

Li gorî agahiyên ji çavkaniyek li Efrînê hate wergirtin, çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Incarê yê li rojavayê Helebê êşkence li jineke extiyar kirin.

Heman çavkanî diyar kir ku jin a extiyar a êşkence lê hatyie kirin Leyla Hec Mehmûd e û anî ziman ku Leyla Hec Mehmûd 26'ê Tebaxê çûye mala xwe û ji çeteyan xwestine ku ji mala wê ya desteser kirine derkevin.