Dewleta Tirk li Efrînê mirovan direvîne û êşkenceyê dike

Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe li Efrînê êşkenceyê dikin, mirovan direvînin û dikujin.

Kesên bi navê Hisên Hecî Şêxo (55) û Kolîn Bîlal Hemo (85) ên ji gundê Xelka yê herêma Racoyê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin revandin û bi rengekî hovane êşkence li wan hate kirin. Li gorî agahiyan, Kolîn Hemo ji ber êşkenceya giran ji ser hişê xwe çûye û piştre ew xistine odeyekê û nehiştine ku kes biçe cem wî.

Birayê Hemo Bîlal Hemo jî hefteya derbasbûyî ji aliyê çeteyan ve bi serjêkirinê hatibû kuştin.

4 KES HATIN REVANDIN, AGAHÎ JI WAN NAYÊ GIRTIN

Gundiyekî Şengalê yê bajarokê Meydana ya naçeya Racoyê got, çeteyên Feyleq El Rehman du ciwan ji gund revandine û yek ji ciwanan ji malbata Sifar e, yê din jî ji malbata Etîş e. Agahî ji her du ciwanan nayê girtin.

Sê roj berê jî li gundê El Hecer ê navçeya Mabetayê, birayên bi navê Ayat Ehmed Reşîd û Mahîr Ehmed Reşîd ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin û nayê zanîn bê bi ku ve birine.