Dewleta Tirk li Efrinê komkujiya xweza û dîrokê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê komkujiya xweza û dîrokê dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê komkujiya xweza û dîrokê dikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyekê ji gundê Badîna yê navçeya Raco a Efrînê ji ANHA’yê re ragihandî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tunekirina dîrok û çanda herêmê, bermahiyên kevnar û şûnwarên gundê Sêwiya û deşta Kitixê yên girêdayî navçeya Mabeta didizin.
Heman çavkanî destnîşan kir ku leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan beriya hefteyekê darên zeytûnan ên gundê Sêwiya li aliyê bakur û başûr ve hildikin û ji heman deveran gelek bermahiyên kevnar dizîn.
Li aliyê din artêşa Tirk û sê tabûrên çeteyan ên girêdayî wê (Tugaya El-Munteser Bîllah, Tugaya Mihemed El-Fatih û Ehfad El-Resûl) li deşta Kitixê li paş benzînxaneya Izzet dikolin û şûnwaran derdixînin û ber bi Tirkiyeyê ve dibin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha borî de jî devera kevnar a MarMaron a li gundê Beradê ya navçeya Şêrewa kolandin û gelek bermahiyên kevnar jê dizîn.
Hêzên Tirk ên dagirker ku armanc dikin dîrok û çanda Efrînê tune bikin, gelek herêm û deverên pîroz yên girêdayî Êzidiyan hilweşandibûn.