Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ku di roja li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin de der barê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayin, piştî karûbarên li emniyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin.

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk, Şaredariya Dersimê desteser kir û di heman rojê de der barê Hevşaredar Bîrsen Orhan de jî biryara binçavkirinê da. Bîrsen Orhan, di saetên serê sibehê de ji bo îfadeyê çû midûriyeta polîsan. Piştî karûbarên li midûryeta polîsan, Bîrsen Orhan ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hate kirin.

Karûbarê îfadegirtinê yê Bîrsen Orhan a li edliyeyê didome.