Dewleta Tirk li Efrînê dayikek du zarokan revand

Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî, dayikek du zarokan revand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, şebekeya sûc a bi navê 'ewlekariya siyasî' ya dewleta Tirk, Ferîde Mistefa ya 28 salî ku dayika du zarokan e li gundê Kurka yê navçeya Mabatayê revand.

Hate ragihandin ku Mistefa dema serdana hevserê xwe yê girtî dikir, hate revandin.

Hevserê jin a revandî Mihemmed Ebdulqadir Sîro jî 1'ê Îlonê li benda kontrolê ya li pêşiya Efrînê hatibû revandin. Nayê zanîn ku Ferîde Mistefa bi ku ve birine.

Ji destpêka meha Îlonê ve her roj sivîl têne revandin. Di vê mijarê de rêxistinên mafên mirovan hîn bîlançoyek eşkere nekirine, lê belê çavkaniyên xwecihî dibêjin ku zêdeyî 10 sivîl hatine revandin.

MEHEKÊ ZÊDEYÎ 100 KES HATIN REVANDIN

Ji Adara 2018'an û vir ve li Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, revandina mirovan, kuştin, êşkence, talan, koçberkirina bi zorê bûne sûcên rojane.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê dewleta Tirk di navbera 29'ê Tîrmehê û 23'ê Tebaxê de li Efrînê herî kêm 101 kes revand. Ji wan 17 jê jin e û 3 jî zarok in.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê mirovan ji bo fîdyeyê û guhertina demografiyê direvînin.