Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revandin
Li gorî agahiyên hatin girtin li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa dewleta Tirk 5 sîvîl revandin.
Li gorî agahiyên hatin girtin li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa dewleta Tirk 5 sîvîl revandin.
Li gorî agahiyên hatin girtin çeteyên Feyleq El-Şam bi ser gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê de girt û di nav de du Êzidî tevahî 5 kes revandin. Kesên ji aliyê çeteyên Tirk ve hatine revandin navê wan wiha ne; Zerdeşt Ebdulezîz Birîmo (33), Xelîl Ehmed Birîmo (35), Rênas Behrî Kêfo, Betal Mihemed Nor Kêfo û Silêman Zekî Mistefa.
Kesên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin nayê zanîn ku ber bi kûderê ve birîne.
Hate zanîn ku ji bo ev kes werin berdan ji malbatên wan 1500 lîreyê Tirkî xwestin e.