Dewleta Tirk li Efrînê 4 kesên din revandin

Hate ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Cûqê yê Efrînê çar kes revandin. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li gundê Cûqê yê Kantona Efrînê çar kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin û nayê zanîn ku bi ku ve birine.

Hate ragihandin ku kesên hatine revandin Ehmed Emîn Elxido, Selam Emîn Elxido, Mistefa Mistefa Emare û Mistefa Ebdo Emare ne.

DI NAVA ÇAR SALAN DE BI HEZARAN KES HATIN REVANDIN

Li Efrîn a ku Adara 2018'an ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, rejîmeke terorê û çeteyan hatiye avakirin. Bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê, mîna; revandina mirovan, kuştin, êşkence, talan û koçberkirinê têne kirin.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan, heta dawiya sala 2021'ê dewleta Tirk li Efrînê, di nava 4 salên dawî de zêdeyî 700 sivîl qetil kiriye û herî kêm 8 hezar û 500 kes revandiye. Aqûbeta nîvê kesên hatine revandin nayê zanîn. Hate ragihandin ku destdirêjî li zêdeyî 70 jinan hatiye kirin û ji sala 2018'an ve zêdeyî 300 hezar Efrînî bi zorê ji xaka xwe hatin koçberkirin.