Dewleta Tirk li Efrînê 4 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê çar kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê çar kes revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî ragihandin, li gundê Fafitrînê ya navçeya Şêrawayê 4 sivîl hatin revandin.
Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin wiha ne: Ocalan Xelîl Şewtî, Husên Xelîl Şewtî, Casim Mihemed Qasmo û Omer Diyab Diyab.