Dewleta Tirk li Efrînê 2 hezar dar birî

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê zêdeyî 2 hezar dar birîn.

Çeteyên dewleta Tirk Mihemed El Fatîh, Suleyman Şah, Lîwa Semerqend û Lîwa El Weqas li qada daristanî ya navbera navçeyên Şiyê û Cindirêsê zêdeyî 2 hezar dar birîn.

Hate ragihandin ku çeteyan di bin çavdêriya çeteyê bi navê Ebû Hisên de dar birîne û êzing jî ji bo firotinê şandine Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve zêdeyî 327 hezar dar birî ye û zêdeyî 17 hezar dar jî şewitandiye.