Dewleta Tirk li Efrînê 2 bira revandin

Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 bira revandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk  li bajarokê Kefer Sefra yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê şêniyê bi navê Mihemed Zimcî Murad (35) û birayê wî Fayîq Zemcî Murad (33) revandin. Aqûbeta her du birayan naye zanîn.

Dewleta Tirk li Efrînê ku di sala 2018’an de dagir kir, desthilatdariya terorê avav kir. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di navbera 2018 û meha Nîsanê ya 2024’an de herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin û 463 kes hatin qetilkirin.