Dewleta Tirk li Şêrawa 1950 darên zeytûnê birî

Çeteyên El Hamzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 1950 darên zeytûnê birî.

Çeteyên dewleta Tirk li gundên dagirkirî darên zeytûnan dibirin û wan êzingan li bazarên Tirkiyeyê difiroşin.

Çavkaniyên ji Şêrawa ragihand ku çeteyên El-Hemzat ku bi fermana îstîxbarata Tirk tevdigere, nêzî 1950 darên zeytûnê yên 6 welatiyên gundê Kîmarê yê Şêrawayê birîne.

Li gorî çavkaniyan, darên zeytûnê yên ku ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatine birîn wisa ne, 600 darên Şahîn Nebo, 350 darên Îzet Reşîd Nebo, 150 darên Micihim Nebo, 150 darên Nîdal Cimo Nebo û 400 darên Seîd Subhî Hisên in hatine birin. Hate ragihandin navê hin kesên darên wan hatine birîn jî nehatine bidestxistin.