Rêzan Xelîl Mihemed ê ji gundê Çakala jor a navçeya Şiyê ya Efrînê ye, beriya bi 12 rojan ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê hate revandin.
Çeteyên ku 8 rojan êşkence li Mihemed kirin, piştî ku malbata wî fîdye da, wana Mihemed bi awayekî birîndar li ber deriyê mala wî danîn.
Malbata Mihemed ji bo wî derman bikin ew rakirin nexweşxaneyek li Tirkiyeyê, piştî ku 2 rojan li nexweşxaneyê ma bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Hat îdiakirin ku Rêzan Xelîl Mihemed li nexweşxaneyê hatiye kuştin û organên wî hatine dizîn.
Ev ne mînaka yekem a mafyatiya organan e ku dewleta Tirk pêk tîne. Di salên 2013-2014’an de bi hin belgeyan ji raya giştî re hat ragihandin ku li nexweşxaneyeke Kilîsê organên welatiyên Sûriyê hatine dizîn.
Her wiha, her çiqasê sala borî bûyerên Koronayê li Efrînê zêde bûn, lê gelek şêniyên bajêr ji tirsa ku organên wan bên dizîn, nexwestin biçin nexweşxaneyan.
Şêniyên Efrînê diyar kirin ku gelek kesên ku bi rengekî saxlem çûne nexweşxaneyan, bi guman mirine û ji malbatan re bi awayê ku “ji ber Koronayê mirine” agahî dane.